Termê Hirco Berazî gihêşte Hewlêrê

Termê kesayetiyê navdar yê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Berazî “Hirço Berazî” îro gihêşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê kesayetiyê navdar yê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Berazî “Hirço Berazî” îro gihêşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Di merasîmekê de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê pêşwazî li termê Hirço Berazî hate kirin û gulwazên rêzê danîn ser darbesta wî.

Hiro Berazî di 23 Kanûna borî li Amerîkayê ku temenê wî 95 salî bû, jiyana xwe jidest da, li ser daxwaza wî jî biryar e roja 8 vê mehê li devera Barzan ya Başûrê Kurdistanê were veşartin.

Hirço Berazî ku pismamê Serokwezîrê berê yê Sûriyê Muhsên Berazî ye, di sala 1949an de Muhsên Berazî ji aliyê Serokê Sûriyê yê wê demê Samî el-Hinawî ve hatibû bidarvekirin. Hirço Berazî jî tola pismamê xwe hitîne û Samî el-Hinawî li Libnanê dikuje.

Kurê Hirço Berazî Husnî Berazî ji K24ê re li ser bavê xwe û malbata Berazî daxive.