Li Selahedînê goreke bikom hat dîtin

Hêzên ewlehiyê jî dest danîn e ser “2 bombeyên xazê” yên çekdarên DAIŞê.

K24- Navenda Nûçeyna

Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqî, goreke bikom hat dîtin, tevî 2 “bombeyên xazê” yên ku DAIŞê li pey xwe hêştibûn.

Wezareta Navxwe ya Iraqê îro ragihand ku, di yek ji veşargehên DAIŞê de li derûdora taxa Qadisiyê ya Selahedînê, gorek bikom hat dîtin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar nekir ku, hejmara termên di wê gorê de çendin yan ser bi çi pêkhateyekê ve ne.

Li gor daxuyaniyê “2 bombeyên xazê” yên ku çekdarên DAIŞê veşartibûn, hatine dîtin.

Di Adara borî de, hêzên ewlekariyê yên Iraqê karîn navenda parêzgeha Selahedînê, Tikrît, ji dest çekdarên DAIŞê derxin.