Piştgiriya bo danezana akademîsyenan zêdetir dibe
K24- Stenbol
Komeke nivîskar, rojnameger û hunermend li ber dadgeha Stenbolê piştevaniya xwe bo danezana rewşenbîran ragihandin û bi heman danezanê xwe li dozgeriyê dan gilîkirin.
Koma ku li ber dadgeha Stenbolê li hev civiyan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwedî li danezana akademîsyenan derketin. Hunermend û rojnamegerên ku di komê de cih digirtin li gel danezanê çûn dozgeriyê û xwe gilî kirin.
Di nav komê de hunermend Pinar Aydinlar, Ferhat Tunç, rojnameger Ceyda Karan, Erol Onderoglu û hinek nivîskar jî hebûn.
Ji 89 zanîngehan zêdetirî hezar rewşenbîran ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê danezaneke amade kiribûn. Piştre der barê gelek akademîsyenan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.