HDP daxwaza serbes berdana 31 endamên xwe dikin

Rêvebirên HDP'ê yên bajarê Stenbolê ji ber desteserkirina 31 endamên xwe li ber dadgeha Çaglayanê daxuyanî da rojnamvanan. Hat xuya kirin ku kiryarên bêhiqûqî mîna operasyonên KCK'ê yên sala 2009 û 2011 car din rû daye.

K24 – Stanbol

Gelek HDP'yî bi daxwaza serbes berdana 31 hevalên xwe û ji bo şermezarkirina operasyonên li dijî endamên xwe li qada dadgeha Çaglayana Stenbolê hatin cem hev.

Parêzer Kadîr Tunç derbarê doza 31 kesan de agahî da û wiha got: “31 siyasetmedarên Kurd ji ber karên xwe yên legal ên hejmaryariyê yên sala 2012'an hatine girtin. Desthilatdara siyasî bi vî awayî berdewamiya operasyonên KCK'ê dixwaze.”

21'ê Çileyê li 22 navçeyên Stenbolê, bi ser gelek malan de hatin girtin. Hejmaryarê navenda giştî yê HDP'ê Zekî Çelîk jî di nav de 31 kes hatin desteserkirin.