Iraq bo kêmkirina hinartina petrolê amade ye

Wezîrê Petrolê yê Iraqê radigehîne, ku welatê wî amade ye her biryarekê ji aliyê Rêxistina OPEC cibicî bike, derbarê kêmkirina hinartina petrolê bo bazarên cîhanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Petrolê yê Iraqê radigehîne, ku welatê wî amade ye her biryarekê ji aliyê Rêxistina OPEC cibicî bike, derbarê kêmkirina hinartina petrolê bo bazarên cîhanê.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî, di konfiranseke rojnamevaniyê de îro ragehand, Bexda li ser her hevkariyekê ligel welatên berhemnêr yên petrolê amade ye, bo kêmkirina hinartina petrolê, heger daxwaza wan welatan bo kêmkirina hinartina petrolê hebe.

Ebdilmehdî got jî: “Başûrê Iraqê ji destpêka sala 2016an de rojane 3 milyon û 124 hezar bermîl petrol hinarde dike, ku berê behemdana wê rojane 3 milyon û 700 bermîl petrol bû.

Ji ber daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, welatên berhemnêr yên petrolê rastî krîzeke darayî ya tund bûne, bi taybet jî Rûsya, Vanezuela û Brazîl. Çend car e jî Rûsya ji Rêxistina OPEC daxwaz dike, ku biryarekê derbarê kêmkirina hinartina petrolê derxîne, lê heta niha OPEC bo wê biryarê neciviye.