Komîteya asayîkirina rewşa Kurdistanê dest bi kar kir

Dê yekemîn civîn ligel Tevgera Goranê be.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Komîteya asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê dê sibe ligel Tevgera Goranê bicive.

Komîteya ku ji bo mebesta komkirina nêrînên aliyên siyasî derbarê krîzên li Herêma Kurdistanê de, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya ligel aliyên siyasî hatibû avakirin, îro li Hewlêrê yekemîn civîna xwe lidar xist.

Di civînê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, ji bo danîna nexşeya karê komîteyê hat spartin.

Endamê komîteyê, Berpirsê Kargêrî yê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mela Bextyar eşkere kir ku, dê yekem civîna wê komîteyê ligel Tevgera Goranê be, civîna duyem jî dê ligel Komela Islamî ya Kurdistanê be.

Piştre jî dê komîte ligel aliyên din ên siyasî li Herêma Kurdistanê bicive.