"Nûnerê Obama bo nerxandina operasyonan serdana Kobanê kir"

Ev ne cara yekemîne ku şandên welatên Rojava serdana Rojavayê Kurdistanê dikin, berî niha jî, di18ê Kanûna borî de jî, şandeyek bi heman awayî serdana Kobanê kiribû û ligel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya bûn.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby ragehand ku, bi armanca nerxandina pêşketinên dawî yên operasyonên li dijî DAIŞê û salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê nûnerê Barack Obama, Brett Mcgork serdana Rojavayê kir.

Derbarê wê serdanê de,Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby daxuyaniyek belav kir, têde wiha hatibû gotin: "Bi armanca nirxandina pêşketinên dawî yên operasyonên Navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê, herwiha yekemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê nûnerê Barack Obama, Brett Mcgork serdana Rojavayê Kurdistanê kir."

Berî niha Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê ji K24ê re behsa civîna ligel şandeya rojavayî ya li Kobanê kir û radighandbû ku “gelek soz hatin dayîn, Di demekê nêzîk de wê gel pîrozbahiyekê bibihîse.”