Li Tirkiyê her tişt biha dibe û welatî nerazî ne

Şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyê û welatiyan jî dike.

K24 - Enqere

Şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyê û welatiyan jî dike. Dilê welatiyan bi zêdekirina mûçeyên kêm gelekî xweş nebû, loma ji nên bigire hemû tişt giran dibe.

Di destêpêka sala 2016an de piştî mûçeyê herî kêm hat zêdekirin, bihabûna her tiştî jî dest pê kir. Ji elektrîkê heta xaza xwezayî, cigare û alkol, nan û av, fêkî û herê dawî jî şînahî hat girankirin.

Gelo li ser van bûhabûnan welatî çi difikirin? Vê mehê wê bikaribin debara xwe bikin an na?

Welatiyan li ser debara xwe ya vê mehê û li ser polîtikayên dewletê yên bûhabûnê nerazîbûna xwe anîne ziman. Welatiyekî wênekêş wiha dibêje: “Bi rastî dewlet xeletiyan dike, welatiyan şepirze dike. Dewlet li Başûrê Rojhilat û Rojhilat şer dide meşandin û welatî di rewşeke ne baş de ne. Ya rastî dema ez zewicî bûma min dê nikaribû debara xwe bikim.”

Welatiyeke jin jî derde dilê xwe ji K24ê re wiha anî ziman: “Ev rastiya Tirkîyê ye. Berê salê carekê tişt dihatin girankirin, ew jî rehmetî Süleyman Demirel derdiket ser dikê û gel agahdar dikir. Lê belê tiştên ku em îro dikirin roja din bûhatir dibe.”

Çend welatiyan jî amaje bi wê yekê kir ku ji ber vê bûhabûna dawîn bi asanî nikarin debara jiyana xwe bikin. Jineke din jî wiha dibêje: “Ji ber giranbûna elektrîk, av û hemû tiştan ji 200 dolarî zêdetir hat ser lêçûyinên me. Em jiyana xwe nikarin derbas bikin û ji ber vê yekê jî em hatina asta ku serî hildin.”

Şofêrek jî bale dikşîne ser wê yekê kul i Tirkiyê tiştek nayê guhertin: “Li vî welatî tiştek naguhere, çawa hatibe wê wiha jî biçe. Gotinek heye dibeje ku “dema lehi diçe qum dimîne, bes li vî welatî qum jî namîne.”

Rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku di rojên pêşiya wan de êdî tiştek nayê giran kirin. Lê belê ev rewş her car digûhere û ji ber qelsbûna aboriya Tirkiyê-her çiqas rayedar bibêjin jî- wiha xuya ye ku wê gavên bûhakirina her tiştî berdewam bin.