Rûsya: Tirkiyê li dijî beşdariya Kurdan li Cenêvê ye

Amerîka, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku PYDê û nûnerên Rêveberiya Xweser tevlî civînên Cenêvê bibin.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku, ew dê li ser hewldanên bşdarîkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di Cenêvê de berdewam be û ragihand ku “Tirkiyê dixwaze Kurdan ji pêvajoya siyasî dûr bixe.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gennadiy Gatîlov got ku Tirk dixwazin Kurd ji pêvajoya siyasî werin derkirin.

Ji dema destpêkirina civînên Cenêv-3, yên taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê, di 29ê Çileyê de, gotûbêjên li ser beşdarînekirina nûnerên Xweseriy Demokratîk û PYDê, berdewam in.

Derbarê mijarê de, Gatîlov di axaftina xwe de ji ajansa RIA Novostiyê re got: “Em ê ji bo tevlîbûna Kurdan ya civîna Cenevreyê îsrar bikin. Kurd, di opozîsyona Sûriyeyê de beşeke girîng in. Ji bo vê di hemû mijarên Sûriyeyê de divê berjewendiyên Kurdan neyên ji bîr kirin û Amerîka jî tevlî vê nêrîna me dibe. Mixabin tenê Tirk dixwazin Kurd ji pêvajoya siyasî werin derkirin.

Gennadiy Gatîlov di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku “Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura jî dixwaze Kurd tevlî hevdîtinan bibin.”