Lavrov: Rûsya êrîşên esmanî li Sûriyê ranawestîne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, Rûsya êrîşên xwe yên esmanî li dijî grûpên çekdar li Sûriyê ranawestîne.

K24 – Nanenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, Rûsya êrîşên xwe yên esmanî li dijî grûpên çekdar li Sûriyê ranawestîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro li Mesqetê paytexta Emanê di konfiranseke rojnamevaniyê de got: “Rûsya êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê ranawestîne heya rêxistinên tundrew wek Eniya el-Nusrayê têk neçin. Ti sedem jî tune ye ku ev êrîş werin rawestandin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, duh ragehandibû ku, dive Rûsya êrîşên esmanî li dijî çekdarên opozîsyona Sûriyê rawestîne, nexasim piştî destpêkirina danûstandinên aştiyê li Cenêvê.

Di 29ê Çile de, civînên Cenêv3 yên bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest pê kirin.

opozîsyona Sûriyê jî dibêje, berî vekirina dorpêça li ser bajarên sivîl û rawestandina bombebarankirina bajaran, bi çi awayekî hevdîtinan bi rêjîmê re nakin.