Îranê şandeyek pizîşkî şandiye Kurdistanê
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Îranê şandeyeke pizîşkî şandiye Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina nexweşan bê bermaber.
Berpirsê rewşenbîrî li konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê, Mehdî Frahanî ragihand ku, ew şande dê alîkariya nexweşan bi awayekî “bê beramber” bike.
Li gor ku Frahanî diyar kiriye, ew şandeya pizîşkî ji Şemiya borî ve li Herêma Kurdistanê ye.
Navborî anî ziman jî ku, şandeya pizîşkî li navçeya Çomanê ya ser bi Hewlêrê ve bicih bûye û nexweşan çareser dike.
Di nav şandeya pizîşkî de, pisporên nexweşiyên dil, hinav, jin û jidayîk bûn, zarok, çerim, çav û hestiyan, hene.