Buhayê petrolê bilind dibe

Ji sala 2014an ve û heta niha, buhayê petrolê ji sedî 70 daketiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî daketina metirsîdar di bazarên cîhanê de, buhayê bermîla petrolê carek din bilind bû.

Di danûstandinên bazara cîhanî ya petrolê de, buhayê her bermîlek petrola xav ji sedî 7 bilind bûye.

Li gor pisporan, bilindbûna buhayê petrolê vedigere daketina nirxê dolar di bazaran de.

Niha jî buhayê her bermîlek petrola Brent a xav gehiştiye 35.39 dolaran.

Di destpêka sala 2016an de, buhayê her bermîlek petrol daketibû biniya 28 dolaran, vê yekê jî bandoreke xirab li ser welatên hinardekarên petrolê, di nav wan de Herêma Kurdistanê jî, kiriye.

Li gor amarên fermî, buhayê petrolê ji sala 2014an ve û heta niha, ji sedî 70 daketiye.