Ewropayê “qirkirina” Kurdên Êzdî da nasîn

Parlementoya Ewropayê derbarê Kurdên Êzdî û pêkhateyên din de daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Ewropayê di biryareke xwe de, qirkirina Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, da danasîn.

Di biryarê de hat pesendkirin ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî Xrîstiyan, Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ên olî û etnîkî qirkirinek çêbûye.

Herwiha di biryarê de “tawanên li hember mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan ên di asta tawanên şer de bi awayekî tund” hat şermezarkirin.

Ji aliyek din ve Parlamenterên Ewropî bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku bi armanca danasîna êrîşan wek qirkirinê ve tedbîrên pêwîst bigire.

Parlamenterê Swêdî yê ji koma PPE Lars Adaktûsson ê reşnivîsa biryarê pêşkêş kir wiha got: “Biryarek dîrokî ye.”

DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an di dema êrîşa girtina Şengalê de bi hezaran kes kuştin, herwiha bi hezaran Kurdên Êzdî revandin ku heta niha çarenivîsa gelek an ji wan nediyar e.