Hinardeya Tirkiye herî zêde ligel Iraq û Rûsyayê daketiye

Hinardeya Tirkiyê ya bo Iraqê nêzî ji sedî 48 ya bo Rûsya ji sedî 64,8 daket. Hinardeya bo Rûsya ji 313 milyon dolarî daketiye 110 milyon dolar.

K24- Stenbol

Li Tirkiyê rêjeya hinardeyê di meha borî de li gor heman mehê ya sala borî ji sedî 14,4 daket û bû 9,2 milyar dolar. Hinardeya Tirkiyê ya bo welatên Iraq û Rûsya li gor welatên din zêdetirîn daketiye. 

Li gor amarên Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê, hinardeya welêt a 12 mehî ji sedî 9,8 kêm bû û heya 140 milyar û 635 milyonê daket. Hinardeya Tirkiyê ya bo Iraqê nêzî ji sedî 48 ya bo Rûsya ji sedî 64,8 daket. Hinardeya bo Rûsya ji 313 milyon dolarî daketiye 110 milyon dolar.

Profosorê aboriyê, Erol Katırcıoglu diyar kir ku aloziyên siyasî bi awayekî neyinî bandor li aboriya welatan dike. Krîza li gel Rûsya nîşaneya vê yekê ye.

Derbarê mijarê de, Erol Katırcıoglu  zêdetir got: “Welatekî bi hinardeya xwe pêş dikeve. Jixwe ev daketin dihat pêşbînîkirin yanî ne suprîz bû. Lê belê bi xêra daketina bihayên neftê, daketina îxracatê pir jî aboriya Tirkiyê xira nekir. Dema hianrdeya welatekî zêde be û beramberî vê yekê îtxalat jî zêde bê wê demê ferqa rêjeyên îxracat û îtxalatê jî zêde dibe û ev yek bo aboriyê ne baş e.” 

Di meha borî de ji Tirkiyê zêdetirîn îxracat li gel welatên Almanya, Brîtanya, Îtalya û Amerîkayê pêk hatiye. Di nav 30 welatan de zêdetirîn hinarde bi ji %30,5 li gel Erebîstana Siûdî çêbûye. 

Aborîzan Kerem Alkın bo zêdebûna rêjeyên hinardeyê, bi dawî bûna ambargoya li ser Îranê û serdanên serkirdeyên Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê girîng dibîne.

Navborî nêrîna xwe wiha berdewam kir: “Bêguman alozî û geşepêdanên li welatên Rûsya, Sûriyê û Iraqê û daketina bihayên euroyê bûye sedema daketina îxracata Tirkiyê. Serdana Amerîkaya Latîn a Serokkomar birêz Erdogan ji bo lihevkirina bazirganiya nû gelek girîng e.”