Slovînya şêwirmend û alîkariyên leşkerî dişîne Kurdistanê
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Slovînyayê biryara şandina şêwirmend û kelûpelên leşkerî bo Herêma Kurdistanê pesendkir.
Wezîrê Bergirî yê Slovînyayê, Andrea Katich ragihand ku, dê di nava îsal de 15 şêwirmendên leşkerî û perwerdekar û kelûpelên leşkerî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê werin şandin.
Li gor wezîrê Slovînî: “Dê bi buhayê 700 hezar dolarî, kelûpelên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê werin şandin.”
Navborî eşkere kir jî ku, di Adara bê de, wê pirsa şandina wan kelûpel û şêwirmendan ligel hevpeymaniya navdewletî gotûbêj bikin.