AKPê dê “planek nû” li Bakurê Kurdistanê cîbicî bike

Davutoglu sibe plana nû eşkere dike.

K24- Bakurê Kurdistanê

Hikûmeta AKP’ê, piştî operasyonên li Bakurê Kurdistanê programeke nû amade kir. Program bi navê plana masterê hat eşkerekirin. Serokwezirê Tirkiyê Ahmed Davutoglu sibe, Înê, li Mêrdinê hûrgiliyên bernameyê dê rabigihîne. Li gor AKP’ê ev plan bo gel dê baş be lê li gor nêrîneke muxalîf ev plan dişibe hişmendiya Baas û Osmaniyan. 

Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê, gelek zirar çêbûn. Naveroka programa nû ya hikûmeta AKPê roja Înê wê were eşkere kirin, lê belê hin daneyên programê ji niha ve tê nîqaşkirin. Li gorî agahiyan, armanca vê programê jî ev e ku piştî şer rewşa gel dê baştir bibe. 

Di naveroka plana masterê de çand babet derdikevin pêş. Yek ji van babetan jî avakirina bajarên ku kavil bûn e. Ji bilî vê yekê alîkariya bo esnafan jî tê nîqaşkirin. Parlamenterê Stenbolê yê AKPê Metin Kulunk dibêje ev plan ji bo rehabilîtekirina gel hatiye amadekirin.

Herwiha Metin Kulunk ”ji K24ê re got: “Bi awayekî lezgîn, deynê esnafan yên bo saziya ewlehiya civakî û bacê dê bên taloqkirin. Ji bo ku hemwelatiyan ji nû ve dest bi kar bikin alikariya krediyê dê bibe. Her wiha xebatên avakirina bajaran jî dê dest pê bikin.”

Di civakê de, ji bo nirxandina vê programê, nêrînên cûda jî hene. Parêzer Abdulbakî Boga dest nîşan kir ku ji vê programê çareseriyekî dernakeve û wiha berdewam kir: “Meriv dikarê du xalan, vê mijarê binêre. Yek tesîra siyeseta Baasê û Osmaniyan tê de heye. Ya du ya jî hemdemî mijara aborî çareserîyê bi xwe re nayine. Dixwazin hin planan çê bikin.Naveroka vê programe qenc derneketiye lê belê hin nîşane derketine holê.

Şerê ku li nav bajarên bakûrê kurdistanê 7 mehê berê dest bi kiribû. Li gorî rapora hikûmetê, dema şer 93 hezar kes koç kirine, ji zêdeyî 10 hezar xanî û dikan zirar dîtine.