Du senator “proje-yasayekê” derbarê Kurdistanê de amade dikin

John McCain û Lindsey Graham dixwazin Amerîka pereyan bi awayekî rasterast bide Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Du senatorên Amerîkî projeyasayekê derbasê pêşkeşkirina alîkariya darayî bo Herêma Kurdistanê de amade dikin.

Her du senatorên Amerîkî, Lindsey Graham û John McCain mijûlê amadekirina projeyasayekê ne bo pêşkeşkirina alkariyên darayî yên rasterast bo Herêma Kurdistanê.

Ji ber birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve û daketin buhayê petrolê, ligel çend sedemên din, Herêma Kurdistanê di krîzek darayî re derbas dibe.

Li gor nûçeyeke Washington Post ê, Lindsey Graham û John McCain dixwazin Kongersa Amerîk razî bikin da ku pereyan ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Di wê derbarê de, Lindsey Graham gotiye: “Em hewl didin ku rêyekê bibînin ji bo pereyan bigihînin Kurdan.”

Di beramber de, hin senator di wê baweriyê de ne ku, ew proje dê pirsgirêkên Iraqê zêdetir bike.

Lê John McCain tekez kiriye ku “niha pêwîstiya Kurdan bi alîkariyên darayî heye, ji bo mûçeya Pêşmergeyan bide, ji berpirsyaretiya Amerîkayê ye jî ku alîkariya wan bike.”