ÎHD: Tirkiye hiquqa navdewletî ya şer jî nasnake

Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Tukdogan got ku dewletên cîhanê neheqiyeke mezin li Kurdan dikin û ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê tiştekî nabêjin Tirkiye.

K24 - Diyarbekir

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (ÎHD) Ozturk Tukdogan got ku dewletên cîhanê neheqiyeke mezin li Kurdan dikin û ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê tiştekî nabêjin Tirkiye.

Turkdogan wiha axifî; “Artêşa Tirkiyê bi 10 Hezar leşker li navçeya Cizîr ya Şirnexê operasyonekê birêve dibe lê navê vê yekê nedanîne. Ev şer e.”

Navenda Lêgerînên Civakî û Siyasî (SAMER) li Diyarbekirê paneleke bi navê “Di Hiquqa Navdewletî de Sucên Şer, Sûcên Li Dijî Mirovahiyê û Tirkiye” panelek saz kir.

Hiquqnasan di panelê de gotar pêşkêş kirin û li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê tên kirin sekinîn. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan got; “Ji bo ku Tirkiye jî bibe alîyekî Statuya Romayê hewldanên me didomin; lê Tirkiye ji ber ku pirsa Kurd çareser nekiriye naxwaze bibe aliyê vê statuyê.”

Serokê ÎHDê axaftina xwe wiha qedand, “Peymana Cenêvê Hiqûqê Şer sererast kiriye lê Tirkiye guhdariya vê peymanê jî nake û leşker û polîsên di salên 90an de têkildarî sucan bûne ji aliyê dadgehan ve tên berdan, ji ber wê yekê niha li Sûr û Cizîrê jî leşker dizanin ku ji ber sucên bikin nayên darizandin.”