Se'dî Pîre: Em dê delîveyek a din bidin Gorran.
K24- Hewelêr:
Se'dî Pîre Endamê mekteb a Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê ragehand: Divê delîveyek a din bidin wan alîyan ku nevên pişikdarîyê di kombûn a Serokê Herêmê de bi alî yîn sîyasî re bikin. Ew jî dikarin di vê demê de hizir jê bikin û mifayê jê wergirin.
Li ser pêşnîyaz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê bo bi dawaîxistin a kombûn a dûyê ya serok ê Herêm a Kurdistanê, di dîdarek a taybet de bi Kurdistan 24, Se'dî Pîre, Endam ê Mekteb a Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê ragehand: Em dê delîveyê bidin wan. Ew dimîne, ew mifayê jê dê wergirin yan na.
Got jî: Me biryar daye Perleman bi bizav vebe û serok ê perlemanê û wezîr vegerin ser kar ên xwe. Herweha me biryar daye çaksazîyê di hemû bwar ên hikumetê de bikin. Me biryar daye û niha karê hemûyan ewe ku li pişt a birayran bwestîin.
Herweha Se'dî Pîre got: Divê delîvek a din bidin bi wan alî yên ku nevên pişikdarîyê bikin di kombûnê de. Ew jî dikarin di evê demê de hizir jê bikin û mifayê jê wergirin.
Ebdulsitar Mecîd endam ê Mekteb a Sîyasî ya Komele ya Îslamî weha hizir dike, ku piştî kombûn a burî heya niha ti guhertin nehatîye berçav û bi Kurdistan 24 ragehand: di naveber a evê kombûnê û kombûn a burî de ti guhertin nehatîye pêş heya em guhertin li ra û nerîn çê bibe.
Amaje bi wê yekê jî da ku divîya Komîte ya Karakirin a Perlemanê ew encam daban, ewên ku berê ragehandibûn.
Birayar bû 7 ê mehê kombûn a dûyê ya serok ê Herêmê Mesûd Barzanî bi alî yên sîyasî yên Başûr a Kurdistanê re li ser rewş a Herêmê, bi hatiba encamdan, lê berî kombûnê bi 14 demjimêran li ser pêşnîaz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê hat dawîxistin.