Li leşkergeha Şemzînanê penaberek ji nêza mir
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî yên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne, di leşkergeha Şemzînanê de bê xwarin û pêwîstiyê jiyan, bicih kirine. ji ber nebûna xwarinê jî penaberekî canê xwe jidest da.
Penaberekî Kurd bi navê Mistefa Mihemd Xelîl ji nava leşkergeha Şemzînanê ji K24ê re got: “Şeva borî em ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, lê leşkerên Tirkiyê em girtin û birin leşkergeha Şemzînanê ya li nêzîkî sînor.”
Xelîl diyar kir ku, bi sedan penaberên Sûriyê ji demekê de, di wê leşkergehê de hene, ji çend rojan de bê xwarin û pêwîstiyên jiyanê ne, ku yek ji penaberan jî ji ber birçîbûnê canê xwe jidest da.
Wî penaberî anî ziman jî ku “Bi dehan kes jî rewşa wan gelekî xirab e û pêwîstiyên wan bi çareseriya pizîşkî heye.”
Xelîl bi riya K24ê re, banga rêxistinên mirovî û hiqûqî yên Kurdistanî û Navdewletî kir, herwiha banga rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî kir, ku bi hawara penaberên wê leşkergehê bên ku metirsî li ser jiyana sedan penaber heye.