Pîremêrek li Hewlêrê ji mala xwe derket û venegerî

Pîremêrekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê li Hewlêrê ji mala xwe derket û venegeriye malê, malbata wî jî bangewaziyê dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fb9a42fb-2169-43f8-b3d8-4a217c866b55/winda%20fars.ism/manifest

K24 – Hewlêr  

Pîremêrekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê li Hewlêrê ji mala xwe derket û venegeriye malê, malbata wî jî bangewaziyê dike.

Pîremêrekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê bi navê Faris Xelîl yê 75 salî, ku li Başûrê Kurdistanê penaber e, îro danê sibê ji mala xwe ya li taxa Sêtaqan derket û hîn venegeriye male xwe.

Malbata Faris Xelîl bi riya K24ê banga her kesî dikin, ku ew dîtibin, yan zanibin li kû derê ye, yan ti agahiyek derbarê Faris de zanibin, bila malbata wî agahdar bikin.

Li gor malbata vî kesê windayî, ku Faris nexweş e û nexweşiya “Zehymer” pê re ye, ango zû ji bîr dike.