Li Kobanê rojnamevan têne perwerdekirin

Ev yekemîn care piştî rizgarkirina bajarê Kobanê, dewreyeke ragehandinê, bi armanca perwerdekirina rojnamevanan li wî bajarî tê çêkirin

K24-Kobanê

Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Sûriyê tevî nebûna alîkarî û zanyariyên perwerdê, herwiha girtina deriyê sînor di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, korseke ragehandinê bi alîkariya Radio ya ARTA FM ji hejmareke çalakvanan re li bajarê Kobanê bi rêve bir.

Serpirştyarên çalakiyê dibêjin ku, armanca korsê pêşxistin, perwerdekirina wan kesên ku li sazî û dezgehên ragehandinê li bajarê Kobanê kardikin.

Derbarê vê korsê rojnamevan Fetah Îsa ji K24ê re wiha got: "Kesên li vê korseyê beşdarbûne di dezgehên ragehandinê û malperên wan kardikin, nûçe û raporan dinvîsînin û di weşînin."

Korsa ragihandinê ji 17e çalakvanan pêk tê û heta sê rojan jî dê berdewam be, beşdarbûyên wê korsê jî dibêjin ko giringiya vê korsê di vê qonaxa niha ya ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe geleke heye, herwiha diyar dikin ku wan gelek pêwîstî bi korsên bi vî awayî hene.

Derbarê vê mijarê de Berpirsê Yekîtiya Xwendevanên Kurd Ehmed Şêxo wiha ji K24ê re axifî: "Em dixwazin ku ew korsên li Tirkiyê çêdibin li bajarê Kobanê jî werin ancamdena. Lê sînor girtiye."

Ev yekemîn care piştî rizgarkirina bajarê Kobanê,  dewreyeke ragehandinê, bi armanca perwerdekirina rojnamevanan li wî bajarî tê çêkirin, beşdarbûyên korsê jî dibînin ku sê roj têra perwerdekirina wan nake, lewma ew daxwaza korseke dirêjtir dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d03fee39-1c38-42ad-a866-1a68745ade03/rojnamevan.ism/manifest