Sedî Pîre: Hikumetê pêdivî bi rijtbûnêye nekû bi pirojeyan.

Alîyên sîaysîyên Herêma Kurdisatê nerînên cuda hene li ser tengijeya darayî, hevdem Sedî Pîre endamê Mekteba Sîayasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê dibêje: Hikumetê pêdivî bi rijtbûnêye nekû bi pirojeyan.

K24: Hewlêr:

Alîyên sîaysîyên Herêma Kurdisatê nerînên cuda hene li ser tengijeya darayî, hevdem Sedî Pîre endamê Mekteba Sîayasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê dibêje: Hikumetê pêdivî bi rijtbûnêye nekû bi pirojeyan.

Karwan Haşim Endamê Civata Bizava Gorran, alîyên sîyasîyên Kurdistanê haydar dike û dibêje: Eger alîyên sîyasî arîşeyên di navbera xwe de çareser nekin û evê rewşê yek alî nekin, xelkê Kurdisatnê dê yek alî bikin.

Karwan Haşim got jî: Me wek Bizava Gorran pirojeyeka çaksazîyê amadekirîye.

Di hember de Sedî Pîre endamê Mekteba Sîayasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê dibêje: pêleka nerazîbûnê heye,lê eger axivtinên me bo wê yekêye ku em swarî pêlê bibîn, ew nekarê YNKêye, hikumetê pêdivî bi rijtbûnêye li ser karê çaksazîyê nekû bi pirojeyan.

Hevdem Sefîn Dizeyî gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje: hikumetê bi alîkarîya pisporên bîyanî komeka pirojeyan amadekirîye. Divê hemû alî pêkolê bikin bo hêwirkirina rewşê.

Dakevtina bihayê petrolê û xercîyên şerrê Daişê û birrîna Mûçey ji alîyê hikumeta Bexdayê ve, hikumeta Herêma Kurdistanê hevrûşî tengijeyeka darayî dijwar kir. Belê alîyên sîaysî û hikumeta Herêam Kurdistanê dibêjin em pêkolê dikin ewan tengijeyan çareser bikin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fbd284d1-78f2-4ccf-bf3f-fc74d0ca8d8f/Qairani%20Darayi%20-%20Hzb%20u%20Hkwmat.ism/manifest