ENKS êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya kurd (ENKS) êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir. Daxwaza derbasbûna Pêşmergeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçryan

Encûmena Niştîmanî ya kurd (ENKS) êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir. Daxwaza derbasbûna Pêşmergeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de, topbaran Tirkiyê ji bajar û gundên Efrînê re şermezar kir û daxwaz ji rêxistin û partiyên Tirkiyê kir ku guvaşê li ser Enqerê bikin, bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê.

Artêşa Tirkiyê ji 15 vê Sibatê de dest bi tobarana Efrînê kir, di 18 Sibatê de  bi topên giran û mûşekan, êrîşî bajarê û gundên Efrînê kir, di encamê de 2 welatiyên sivîl cane xwe jidest dan û bi dehan birîndar bûn.

ENKSê, bangî Encûmena Asayişa Navdewletî  kir, ku bi erkên xwe derbarê êrîşa li Efrînê dibe, rabe. Herwiha biryarên pêwîst di jêr benda 7emîn derxîne bo rawestandina şerê li ser xaka Sûriyê dibe û biryara 2254 bilez li Sûriyê cibicî bike.  

ENKSê di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku, li siyaseta xwe ya tekalî vegere û rê bide Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê, bo berevaniyê di ber xaka Kurdî de bikin.

ENKSê daxwaz ji opozîsyona Sûriyê kir ku, nekevin dafa birkujiya (Kurd, Ereb û Tirkmenan) ji ber ku ti carî nakeve berjewendiya gelê Sûriyê.

Herwiha ENKSê ji Tirkiyê daxwaz kir ku, şerê û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, rawestîne û li pêvajoya aştiyê vegere.

ENKSê bangî Herêma Kurdistanê kir ku, tevgerekê bike bo rawestandina êrîşa Tirkiyê ji deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê re.