Di “Kong Fu”yê de jî Kurd yekemê Îranê ne

Werzişvanên Kurd karîn 34 medalyeyan bidest bixin.

K24- Navenda Nûçeyan

Di pêşbirka qehremaniya “Kong Fu”ya xortan li Îranê de, werzişvanên Kurd pileya yekem bidest xistin.

Pêşbirka qehremaniya “Kong Fu” ya xortan li Îranê, bi beşdariya 336 werzişvanan li Esfehanê birêve çû. Tîma “Kong Fu” ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî pileya yekem bidest xist.

Di lîstikên mezinan de jî, lîstikvanên Kurd ev medalya bidest xistin: Hisên Keremî û Mihemed Şerîfî medalyeya zêrîn, Rizgar Qurbanî medalyeya Zîvîn û Peyman Mehmûdî, Kawe Penahî, Adil Mihemed, Kemal Xoşbext û Eşkan Seyîd Mihemedî jî medalyeya pronzî bidest xistin.

Bi tevahî jî, tîm û lîstikvanên Kurd karîn 34 medalyeyan bidest bixin û bibin yekemê qehremaniya “Kong Fu” ya li ser astê Îranê.