Li Bakurê Kurdistanê pêxwarinên gel ên zivistanê

Li bajarên Bakurê Kurdistanê welatî ji bo debara xwe ya zivistanê pêxwarinên xwe dixin binê erdê. Welatî dema zivistanê ji bo wan pêxwarinên xwe derxin dikevin nav liv û hewildanan.

Vahît Olcay / K24 – Bedlîs

Li bajarên Bakurê Kurdistanê welatî ji bo debara xwe ya zivistanê pêxwarinên xwe dixin binê erdê. Welatî dema zivistanê ji bo wan pêxwarinên xwe derxin dikevin nav liv û hewildanan.

Li Bedlîsa bajarê Bakurê Kurdistanê welatiyên ku pêxwarinên xwe yên zivistanê kirinê bin erdê ji ber zêde barîna berfê cihên wan tiştan peyda nakin. Welatî ji bo peydakirina cihê tiştan dikevin nava rêk û rêgezên cuda.

Welatiyên ku debara jiyana xwe ya zivistanê bi wan pêxwarinan derbas dikin amaje bi vê yekê kirin ku havînê ev penîr, mast, tirşî û xwarinên cuda cuda ji bo ku  zivistanê bixwin di binê axê de vedişêrin. Welatiyan zehmetiyên xwe ji Kurdistan 24ê re ragihandin.

Welatiyê bi nave Hakîm Taşdemîr ji Kurdistan24ê re derbarê rewşa wan a zivistanê de wiha axifî: "Îro hewa germ e. Em jî derketin me got em penîrê xwe bînin, em hatin me  berfê avêt, nîv mîtro jî  ax avêt. Me penîrê xwe dît. Penîrê me li ba me ya ji me re afiyet be. Niha diçine taştê."

Welatî Hakan Okay jî wiha dibêje: "Eva qederê nîv saete em erdê dikolin. Nêzîkê nîv mîtroyan berf hebû. Me berfê avêt , piştî hingî me erd kola. Biharê penîrê ku me xistiye binê erdî me derxist. Piştî ku berf heliya bi izna xwedê  penîrê  mayî bine erdê de jî emê hemûyî derbixin."

Her wiha welatiyan amajê bi vê yeke kir ku ev tişta dikin kelepora  gelê Kurd ya qedîm e û hemû deverên Kurdistanê yên ku karê ajaldariyê dikin vê çandê berdewam dikin. Hêjayê gotinê ye ev tiştên ku welatî dixin bin axê çend meh di ser re derbas bibin jî xiranabin.