ENKSê Ofîsa xwe li welatê Siwêsrayê vekir

Bi amadebûna Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Endamê Ofîsa Peywendyên Derve Siyamend Haco, her wiha bi mêvandariya Hejmarek ji kesayetên navdewletî, roja înyê 26 Sibatê Ofîsa ENKSê li Siwêsrayê hat vekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1b789646-c8fe-4997-8614-b28c34db1053/ENKS%20li%20siwesre%20Ofis2.ism/manifest

K24 – Hewlêr  

Bi amadebûna Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Endamê Ofîsa Peywendyên Derve Siyamend Haco, her wiha bi mêvandariya Hejmarek ji kesayetên navdewletî, roja înyê 26 Sibatê Ofîsa ENKSê li Siwêsrayê hat vekirin.

Nûnerê ENKS li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji K24ê re diyar kir ku, cara yekemîn e ENKSê Ofîsa xwe li Ewropayê tê vekirin û dê ew Ofîs roleke wê ya bihêz derbarê kongreya Cenêv û peywendyên ENKSê bi alîyên navdewletî re hebe.

Lo gor Endamên ENKS ku Ofîsa wan bi piştevaniya rêxistineke Sivîl û bi alîkariya hikûmeta Almaniya hatiye vekirin û dê heya du mehan hikûmeta Almaniyayê bê bermber pabandî hemû xerciyên Ofîsê be.

Di heyama kongireya Cinêv3 de, ENKSê gelek gavên bihêz avêtin, ku v cara yekemîn e ENKSê Ofîsa xwe li Siwêsrayê vedike, û li gor ew dibêjin dê Wek balyozxaneya doza Kurdî li Ewropayê be, ku bi riya vê Ofîsê re pewendî û tevgera xwe bi aliyên navdewletî re bihêztir û berfirehtir bikin.