Sediq Sediq: li Rojava fedralîzma cografî ji ya netewî baştir e

Partiyên Siyasî li Rojavayê Kurdistanê, li ser sîstema fedralîzmê nakokin, ENKSê daxwaza fedraliya cografî dike, TEV-DEmê jî daxwaza sîstema fedraliya netewî li bakurê Sûriyê dike. Li gor şirovekaran jî fedralîzma cografî baştire.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/93c06f72-bacc-46a2-a6db-84e4989af8f3/sediq%20sediq.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şirovekarê Siyasî Sediq Sediq ragehand ku, sîstema fedralîma netewî bo Rojavayê Kurdistanê nebaşe ji ber ku, herêmên Kurdî ji hev cuda dike.

Derbarê pirsa fedralîzmê û cîbecîkirina wê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê,  Şirovekarê siyasî Sediq Sediq ji K24ê re wiha got:"Pêwîste xelik wateya fedralîzmê bizain, gelek corê wê hene, fedralî ji wan welatên yek netew û yek ol re hatiye çêkirin. Herwiha coreke heye bo wan welatên gelek pêkhate di civata wan de hebe."

Sediq derbarê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê aşkere kir ku, fedralîzma cografî baştire ji yan netewî ji ber ku ya netewî herêmên Kurdan ji hev cuda dike û her herêmek dê weke parêzgehekî be ne weke herêmeke Kurdî.