Biro: Federalîzm bo Sûriyê baştirîn çareserî ye

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, “Gava em federalîzmê pêşniyar dikin, me bi perçebûnê tuhmetbar dikin, lê dê rojek bê, ewê daxwaza federalîzmê bikin, dibe ku wê demê bidest wan nekeve.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, “Gava em federalîzmê pêşniyar dikin, me bi perçebûnê tuhmetbar dikin, lê dê rojek bê, ewê daxwaza federalîzmê bikin, dibe ku wê demê bidest wan nekeve.”

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro tevlî bultena K24ê “Êvarname” bû û derbarê beşdariya di Cenêvê de ragihand û gor: "Ji aliyê opozîsyonê de ne tenê Îtîlafa opozîsyonê beşdar e, gava kongreya Riyadê çê bû hemû aliyên siyasî û leşkerî yên opozîsyonê beşdar bûn, me nerazîbûna xwe jî bo nûnertiya Kurd di wê kongreyê de ragihand, lê di encamê de, nûnertiya Kurd di hemû şande û komîtên danûstandinê de hene."

Biro diyar kir, bi nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê û hemû welatên serperiştiya kongreya Riyadê kirine, nerazîbûna xwe bo nûnertiya Kurd da xuyakirin, ku hebûna Kurd ji vê bêhtir ba, lê derbarê ku Kurd bi şandeke cuda beşdar bibin, ne di Cenêv3 û ne Cenêv2 de, ev yek nehat qebûlkirin.

Biro derbarê beşdarbûna PYDê bo Cenêvê de got: “Di danûstandinan de, tenê du şand dê beşdar bibin, her çi aliyek heger beşdar bibe, divê ya li ser pişka rêjîm yan ya opozêsyonê beşdar bibe, divê jî PYDê aşkere bike heger ewê di kîjan şandê beşdar bibin. Em wek ENKS em hez dikin PYDê li ser pişka rêjîmê beşdarî Cenêvê bibe.”

Biro amaje kir, PYDê dixwaze wek aliyekî sêyemîn beşdarî danûstandinên aştiyê bibe, ev yek jî kesek qebû nake. PYDê berî kongreya Cenêv2 ragihand Rûsya ji wan re gotiye ku dê Kurd wek aliyekî sêyemîn beşdar bibin, lê Wezareta Derva ya Rûsyaya ji me re got ku, ew ligel Amerîkayê rêkeftine ku tenê du alî beşdar dibin.”

Biro derbarê mijarên ku li Cenêvê werin gotûbjkirin de got: “Di vê demê de dê ne li ser çarenivîsa Esed were behskirin, Cenêv3 li ser bingeha Cenêv1 dimeşe, niha divê opozîsyon û rêjîm li ser avakirina desteya hikûmraniya gotûbêj bikin.”

Derbarê mijara federalîzmê de, Biro got: “Niha Sûriyê perçekirî ye, me ji zû de gotibû ku federalîzm bo Sûriyê baştirîn çareserî ye, lê mixabin ne opozîsyon û ne rêjîm dikarin vê yekê qebûl bikin. Gava em federalîzmê pêşniyar dikin, me bi perçebûnê tuhmetbar dikin, lê dê rojek bê, ewê daxwaza federalîzmê bikin, dibe ku wê demê bidest wan nekeve.”

Biro derbarê ku PYDê jî niha sîstema federalîzmê daxwaza dike de, Biro got: “Berê di sê rêkeftinan ligel PYDê me li ser federalîzmê erê kiriye, lê li Rojavayê Kurdistanê, xetek netewî û xetek ne netewî hene, gelo PYDê bo netewa Kurd çi kiriye? Federalîzmê dê ji kê re bixwaze?”

Biro derbarê dê siyaset Amerîka yan ya Rûsyayê dê li Sûriyê biser keve de, got: “Amerîka û Rûsya nehatina li ser xaka Sûriyê şer bikin, li dawiyê dê rêkeftinek di navbera wan de çê bibe, dê rêjîm, opozîsyon, PYD û ENKSê jî wê qebûl bike.”