Li Rojava yasayek bo çavdêriya meyê

Yasa ji 34 madeyan pêk tê.

K24-Kobanê

Encûmena Yasadananê li Kantona Kobanê yasaya derbarê çavdêriya meyê û kirînûfirotina wê hate pesend kirin.

Derbarê vê mijarê Encûmena Yasadananê li Kantona Kobanê di civîna xwe ya yasayî de bi amadebûna Hevserokên Encûmenê û endamên wê yasaya çavdêriya meyê û kirînûfirotina wê pesendkir.

Di civînê de Hevserokatiya Kantonê amaje bi sedemên derxistina wê yasayê kirin, tekez kirin ku, ew yasa wê rê liber bêserûberiya belavbûna meyê li bazaran bigre.

Berî niha li bajarê Qamişlo bi sedema vexwarina meyê gelek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabû.

Yasa ji 34 madeyan pêk tê.