Rêveberiya Xweser derbarê şewtandina ARTA FM daxuyaniyek belav kir

Di daxuyaniyê de wiha jî hate got: "Hin kes hene dixwazin bi van kiryaran dîmenên berxwedana hêzên me li Qamişlo reş bikin.

K24-Qamişlo

Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê derbarê şewtandina dezgeha ARTA FM daxuyaniyek belav kir, tê de şwetandina wê dezgehê şermezar kir û daxwaz ji Asayîşê Rojava kir ku, lêkolînek derbarê bûyerê de were kirin.

Derengiya şeva borî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, agir bi dezgeha Radiyo ya ARTA FM ket, di encam de avahiya dezgehê bi temamî şewitî, Rêveberê Giştî yê dezgehê jî Sîrwan Hac Bero hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve bi şewtandina dezgehê tometbar kir.

Derbarê vê mijarê ofîsa ragehandinê di Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê da daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Duh,êvarî dezgeha ARTA FM ya ku, ji aliyê Rêveberiyê ve bi awayeke fermî karê xwe dike, hate şewtandin, berî wê jî ofîsa ENKSê li bajarokê Girkê Legê bi heman şêweyê şewitî, em van kiryaran şermezar dikin, û ji aliyê me ve qet nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de wiha jî hate got: "Hin kes hene dixwazin bi van kiryaran dîmenên berxwedana hêzên me li Qamişlo reş bikin, lewma derbarê bûyrê de, me daxwaza lêkolînekî kirye daku, encamderên wê wrin naskirin û cezakirin."