Erdogan piştevaniya Amerîka ji PYDê re rexne dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bo pêwendiyên bi PYD'ê re helwesteke tund hemberî Amerîka nîşan da û got, li pêş me tiştek, li dûv me tiştekî din dibêjin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bo pêwendiyên bi PYD'ê re helwesteke tund hemberî Amerîka nîşan da û got, li pêş me tiştek, li dûv me tiştekî din dibêjin.

Erdogan, li Tirkiyê beşdarî bernameya 65'emîn salvegera damezrandina Cemiyeta Belavkirina Îlmê bû. Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê de Erdogan got, di mijara terorê de dûdilî û durûyî heye.

Erdogan da xuyakirin, Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê dibêje YPG rêxistinek terorî ye, lê berdevkê wî dibêje ew PYD'ê wek rêxistina terorê nabînin.

Erdogan da zanîn, dema ku bi rayedarên Amerîkî re diaxivin, tiştên din dibêjin, lê dema ku pişta xwe dizivîrînin tiştên cuda dibêjin û eger wiha berdewam bike, ev milet dê navoka xwe bi xwe bibire.