li Helebê di 9 rojan de 250 sivîl hatine kuştin

Ji 22 Nîsanê ve, li Helebê ji encama bomberana rêjîma Sûriyê de, dora 250 kesên sivîl canê xwe jidest dane. Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê dibêje, ev gava rêjîmê bo yekê ye ku qonaxa siyasî têk biçe. Serokê tîma Hawarçûnê ya NY jî dibêje, jiyana milyonan kes li Helebê di metirsiyê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji hefteyekê de, dîmenên mirin, xwîn û wêrankirinê li Helebê ji encama bombebarankirina rêjîma Sûriyê ji taxên Helebê yên di bin destê opozîsyona Sûriyê de kêm nebûne. Ku tenê  roja Înê 37 sivîl canê xwe jidest dan û bêhtir ji 200 kesî din jî birîndar bûn, ku piraniya wan jî sivîl bûn.

Herwiha bo yekem car jî di dîrokê de fetweyek derket ku nimêja Înê li Helebê nehat kirin.

Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes el-Ebde ragihand ku, armanc ji girtina Heleb û bajarên din ji aliyê rêjîmê ve, têkbirin cibicîkirina qonaxa veguhêz ya siyasî li Sûriyê ye.

Wek hemû carên din Netewên Yekbûyî, tenê nîgeraniya xwe derbirî, ku Serokê Opersyonên Hawaçûnê di NY de Jan Egeland ragihand ku, li Heleb rewşeke gelek metirsîdar heye, ku jiyana hejmareke zor ji tîmên harwaçûnê hatine kuştin û jiyana bi milyonan ji sivîlan di metirsiyê de ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku ji 22 Nîsanê ve, li Helebê 250 kesî canê xwe jidest dane.