Davutoglu: Parlamenter dê li pêş dadgehê bên darizandin

Serokwezîrê Tirkiyê Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê bajarê Mûşê dubare kir ku, dê parêzbendiya parlamenteran bê rakirin û li pêş dadgehê bên darizandin.

K24 – Diyarbekir

Serokwezîrê Tirkiyê Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê bajarê Mûşê dubare kir ku, dê parêzbendiya parlamenteran bê rakirin û li pêş dadgehê bên darizandin.

Serokwezîrê Tirkiyê Diyarbekirê Ahmed Davutoglu îro bi şanda pê re derbasî bakurê Kurdistanê bû û  beşdarî merasîma 99'emîn salvegera rizgarbûna Mûşê ji destê Artêşa Rûsyayê bû.

Davudoglu di merasîmê de derbarê parêzbendiya parlamenteran de got, hatiye dîtin ku, kesên tev li terorê dibin xwe ji vê dûr naxin û hinek parlamenteran di nav otombêlên xwe de bo PKK'iyan çek birine.

Davudoglu da xuyakirin, ew derbarê tu kesê de biryar nadin, tenê peş dadgehkirinê vedikin û kî çi tawan kiriye divê li pêş  dadgehê hesab bide.

Davudoglu got, Parlamenterên HDP'ê di bin navê şêwirmendan de êrişkar xistine Parlamentoya Tirkiyê û xwestine wê derê tevlihev bikin.