Barzanî: Rola karkeran bo pêşketina welêt sereke ye

Bi boneya cejna Karkerên Cîhanê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî Karkerên Kurdistanê kir û ragihand, Karker çînêkî kedkar e û xwediyê mafên civakê ne û roleke wan ya sereke û binyatner bo geşepêdana aborî û pêşketin û avakirina welêt heye.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi boneya cejna Karkerên Cîhanê, peyamek pîrozbahiyê arasteyî karkerên Kurdistanê kir û got: Karker çînêkî kedkar e û xwediyê mafên civakê ne û roleke wan ya sereke û binyatner bo geşepêdana aborî û pêşketin û avakirina welêt heye.

Herwiha Barzanî di peyama xwe de got ku, her welatek ku dixwaze di warê aborî de bipêş bikeve, divê karkerên jiyaneke ewle û baş bijîn bo xizmeta welatê xwe bike, bêyî mafên wan   were binpêkirin. Herwiha dive sendîke û rêxistinên ku nûnertiya wan dikin jî, bihêz berevaniya wan bikin.

Barzanî got jî, xebata û têkoşîna karkeran xebateke dadwer e, erkê hemûyan e jî, piştevaniya maf û daxwazên wan li her du kertên taybet û giştî bikin.

Barzanî amaje kir û got, “Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de spasiya erk û keda karkerên azîz ên Kurdistanê bikim, ku herdem tehemulê qeyrana darayî û rewşên dijwar kirine û li xizmetkirina welatê xwe de berdewam in.”