Bo şermezarkirina 100 saliya Sykes-Picotê mîtîngek birêve diçe

Bo şermezarkirina 100 saliya peymana Sykes-Picot, hejmarek ji siyasetmedar, çalekvan û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin duruşma “Ji bo rojeke Serbixwe”, komîteyeke amadekar avakirine û kar li ser wê yekê dikin, ku roja Şemiyê 14 Gulanê berê xwe bidin bajarê Koln ya Almanyayê û dest bi mîtingeke mezin bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo şermezarkirina 100 saliya peymana Sykes-Picot, hejmarek ji siyasetmedar, çalekvan û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin durişma “Ji Bo Rojeke Serbixwe”, komîteyeke amadekar avakirine û kar li ser wê yekê dikin, ku  roja Şemiyê 14 Gulanê berê xwe bidin bajarê Koln ya Almanyayê û dest bi mîtingeke mezin bikin.

Berdevkê Komîteya Amadekar ya “Ji bo rojeke Serbixwe” Serbaz Ferman ji K24ê re got: “Ji 3 mehan de, li seranserî bajarên Almanyayê karê me berdewam e, ku rojana civîn ji gel re tê lidar xistin, bo em bi zexm û coşeke mezin roja Şemiyê 14 Gulanê bigihin bajarê Kolnê, bo vê roja reş, roja perçekirina Kurdistanê, roja perçekirina civaka Kurd, roja perçekirina siyaseta Kurd şermezar bikin.

Ferman amaje kir, ku gelek vexwandin ji hikûmet, parlementer, partiyên Ewropî re şandine. Herwiha ji kesayetên siyasî û di warê ragihandinê de kar dikin re jî vexwandin şandine. Rayaderên bajarê Kolnê jî amadebûna xwe bo beşdariya vê mîtîngê dane. Herwiha Ferman bêşbîn e ku dora 5 hezar kes li mîtînga wan amade bibe.

Ferman got jî, ku ew di riya K24î re bangewaziya hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî, dezgeh û komeleyên Kurdistanî û welatiyê Kurd yên serbixwe kir, ku di vê mîtîngê de beşdar bibin, bo rojeke azad û serbixwe bijîn.

Ferman diyar kir jî, ku piraniya partiyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê piştgîriya xwe bo vê mîtîngê nîşan dan. Herwiha gelek partiyên Kurdistanî yên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî piştevaniya vê çalakiyê dikin.

Ferman amaje bi wê yekê kir, ku ev çalakî netenê bo Rojavayê Kurdistanê ya, lê bo her çar perçeyên Kurdistanê ye, ji ber ku peymana Sykes-Picot li hemû gelê Kurd kiriye.

Ferman got jî, ku ew bi taybetî hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixûnin bo vê mîtîngê, ji ber ku ew daxwaza komîteyeke hevdemî dikin bo li ser peyman Sykes-Picot bi berdewamî kar were kirin.

Ferman amaje bi wê yekê kir jî, ku heta ti aliyekî alîkariya wan ya darayî nekiriye, her Komîteya Amedekar ji hesabên xwe yên kesayetî xerciya vê çalakiyê dikin. lê Ferman diyar kir, ku Başûrê Kurdistanê alên Kurdistanê diyarî wan kirine, herwiha hin kesayetiyên serbixwe jî soz dane wan ku alîkariya wan ya darayî bikin.

Peymana Sykes-Picotê di 16 meha Gulana  sala 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hat îmezekirin,  tê de sînorên Rojhilatana Navîn û Kurdistanî bi destkeftên şerê cîhanê yê yekem li ser welatiyên Rojava hatin dabeşkirin.