Li Enqerê bi boneya 9ê Gulanê Roja Ewropayê panelek

Ji bo 9ê Gulanê Roja Ewropayê li Zankoya Hacettepeyê panelek hate lidarxistin. Di panela ku bi beşdariya Balyozê Hollandayê Cornelis Van Rij û gelek akademîsyenan pêk hat de, li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hate sekinandin.

K24 – Enqere

Di panelê de pêşî bi pêşkêşkariya akademîsyenên Zankoya Hacettepeyê nêrîna wan ya li ser têkîliyên herdu welatan hate guhdarîkirin. Akademîsyenan bi awayekî berfireh amarên hejmara penaberan dan aşkerekirin û rola Tikriyê û Yekîtiya Ewropayê ya li ser jiyana penaberan hate gotubêjkirin.

Piştî vê yekê Balyozê Hollandayê yê Enqerê Cornelis Van Rij axaftinek kir û li ser giringiya têkîliyên Ewropayê sekini. Balyozî da zanîn ku ew ê hewlbidin ku ewlehiya sînoran bigihînin asta herî bilind û bi vê yekê rê li ber êrîşên terorî bigirin.

Têkiliyên di navbera herdu welatan de yên li ser aboriyê jî di rojeva herdu aliyan de cih girt.