Germava dermanê nexweşiyan bûye cihê nexweşiyan

Welatiyên ku, têne serdana vê germavê dibêjin; ev germav eger di demeke nêz de bê pakkirin dê him welatî zêde bêne serdanê û ji bo başbûna aboriya bajêr jî dê bibe derfetek û alîkariyê lê bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5819dfa1-493d-425d-b51f-ecaa093548a9/Germav.ism/manifest

K24-Colemrêg

Germaveka ku li Colemêrga bajarê bakurê Kurdistanê ye û welatî ji bo ji nexweşiyên xwe xilas bibin diçinê, ji ber ku kes xwedî lê dernakeve bûye cihê nexweşiyan û derdora wê tije ye ji sergo û gemarê.  Welatî jî daxwaz dikin ku dam û dezgehên dewletê xwedî li vê germavê derkevin.

Germava ku 50 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û li navbera gundên Asingran û Zereneyên qeraxa çemê Zapê ye, her sal ji Wan, Colemêrg û bajarokên dî yên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo ji êşên xwe yên wek romatizma ango ba, êşa piştê û arîna hestiyan xilas bibin têne serdana wê.

Lê belê ev germav ji ber ku ne ji aliye rayedaran ne jî ji aliye şaredariyê ve tu kes pê re eleqedar nabe, welatiyên ku tên vir bi dîmenên ne xweş re rû bi rû dimînin. Ev welatiyên ku bi armanca başbûnê têne vir amaje bi wê yekê dikin; ew cihê ku ji êşên xwe dûr bikevin di nava metirsiyê de ye ku bi ser de nexweşiyên din jê bigrin.

Her kesê tê vir şîfayê jê dibîne. Yanî bi şîfa ye. Yên destê wan biêşe, yên pişta wan biêşe, yên ku dereke wan biêşe tên vir şîfayê jê dibînin. Lê belê hûn jî dibînin him cihê mêran him jî cihê jinan bê stare ye. Ne dîwarekî di ber de çêdikin ne tiştekî bi ser de çêdikin, kes lê nanihêre. Eve hemû çop e.

Ev germav her çiqas bêserûber û bi awayekî birêkûpêk nebe jî  weletiyên ku tên ser germavê demên xwe yên xweş bi stranan lê derbas dikin. Her çiqas welatî kêfxweş bin jî daxwazên wan ji rayedaran hene

Ev germava ku ji gelek deveran welatî tênê em dixwazin ku, sazgehek li ser vê germavê bê çêkirin. Em li bendê ne ku, waliyên Wan û Colemêrgê  derbarê vê yekê de xebatên xwe bikin. Ji ber ku, ev germav ji bo gelek êşan derman e.

Welatiyên ku, têne serdana vê germavê dibêjin; ev germav eger di demeke nêz de bê pakkirin dê him welatî zêde bêne serdanê û ji bo başbûna aboriya bajêr jî dê bibe derfetek û alîkariyê lê bike. Herwiha welatiyên ku hatin serdana germavê derdora wê bi hev re paqij kirin.