Li Diyarbekirê êrîşek li dijî qereqoleke leşkerî hate kirin

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragihand, demjimêr 22:00 îşev teqînek li baregeheke leşkerî hate kirin, êrîş bi riya otombêleke bombebarkirî li navçeyeke di navbera Qulp û lîcê de li dijî qereqoleke leşkerên Tirkiyê hate kirin.

K24 – Diyarbekir

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragihand, demjimêr 22:00 îşev êrîşek bi riya otombêleke bombebarkirî li navçeyeke di navbera Qulp û lîcê de li dijî qereqoleke leşkerên Tirkiyê hate kirin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, ku di encama teqînê de kuştî û birîndar hene, lê heta ti amarên zelal nehatine zanîn. Lê hejmareke zêde ya ambulansan berve cihê teqînê birê ketin.