Çend gund ên Şebek û Kakeyîyan hatin rizgarkirin
K24- Hewlêr
Hêz a Pêşmerge yê Kurdisatnê gund ê Gezekan û Tolebend li mihwer ê Xazir rizgar kirin û niha jî di pêşveçûnê de ye bo rizgarkirin a hinek gund ên din.
Li mihwer a Xazir operasyûn a hêza a Pêşmerge yê Kurdistanê bo kontirolkirin a çend gund û dever ên Şebek û Kakeyîyan bo roj a dûyê berdewame.
Opersyûnê duhî sipêdeyê destpêkir bi serperiştî ya Mesûd Barzanî, fermandar ê giştî yê hêz ên çekdar ên Pêşmerge û bi pişkdarç ya 5500 Pêşmergeyan.
Li roj a yekê 6 gund li dever ê hatin kontirolkirin ku gund ên Kakeyî û şebekanin û nêzîkî dû salane ji alî yê Daişê ve hatîne dagirkirin û di dem a burî de bi berdewamî Daişê jiwan deveran hêriş dikin ser çeper ên Pêşmerge li wê mihwerê û carcar jî bi top û katyûşeyan nahye ya Xebat û dever ên derdor ê wê burdûman dikirin.
Bi kontirolkirin a wan gund û deveran metirsî yên Daişê li ser derdor ê Hewlêr namîne.