Pêşmerge 10 gund ên armanc rizgarkirin û Operasyûn bi dawî hat

Femandarek ê hêz a Pêşmerge ragehand: Operasyûn a hêz a Pêşmerge bo kontirolkirin a 10 gund ên Şebek û Kakeyîyan bi serkevtî bi dawî hat.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Femandarek ê hêz a Pêşmerge ragehand: Operasyûn a hêz a Pêşmerge bo kontirolkirin a 10 gund ên Şebek û Kakeyîyan bi serkevtî bi dawî hat.

Pêşmerge li qol ên Hesen Şam, Teleswed û Werdek dest bi operasyûnê kirin û heya niha her yek ji gund ên: Muftî, Zehre Xatûn, Kubra, Suxra, Teleswed, çike kor, Kule bor, Tolebend, Gezekan û Werdek ji dest ên Daişê hatîne rizgarkirin.

Şêx Elî gelî Rimanî, fermandar ê feermande ya Duhokê di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24 ragehand: Her 10 gund ên ku aramanc a evê operasyûnê bûn hatin rizgarkirin û niha dest bi pakijkirin a wan wan gundan ji teqmenîyan hatîye kirin.

 Herweha got ew operasyûn ku duhî sipêdeyê destpêkiribû û bo evero çar gund mabûn û her çar gund jî evro hatin rizgarkirn û tenê gund ê Werdek ku dawî gunde niha rizgarkirin a wê jî ber bi dawîyê diçe.

Herweha got ji duhî ve heya niha 10 gund ji çekdar ên Daişê hatîne pakijkirn, lê hebûn a mîn û bomb ên çandî hinek mane û niha endazyar ên serbazî mijûlê pakijkirin a dever ên ji mîn û bombeyan.

Herweha tekez kir ku operasyûn bi dawî hatîye û niha şerr nemaye.

Herweha fermadarek ê dî dibêje: Di vê operasyûnê de zîyanek a mezin ber daişê kevtîye û li gor zanyarî yên min zêdetir ji 30 çekdar ên Daişê hatîne kuştin û hijmarek a mezin jî birîndar bûne û sê xwekuj ên Daişê jî êxsîr bûne ku divîyan xwe veteqînin lê nekarîn û pêşmergeyan ew girtin. Herweha got zêdetir ji 10 otombêlan hatîne teqandin.

Operasyûn kontirolkirin a ewan gundan duhî bi ferman û serperiştî ya Mesûd Barzanî, fermande yê giştî yê hêz ên çekdar ên Kurdisatnê destpêkir û li roj a yekê şeş gund ên Kakeyî û şebekan hatin rizgarkirin û evrojî gund ên din. Ev gund jî nêzîkî dû salane ji alîyê Daişê ve hatibûn dagîrkirin.