Rojnamevanan ji Diyarbekirê nameyek bo Yildirim şandin

Federasyona Rojnamevanên Tirkiyê (TGF)’ê ji Diyarbekirê nameyek bo Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim şand û ragihand ku ewlekariya rojnamevanên li Bakur nîn e, ji dewlet û hikûmetê xwest, ku di nava aloziyan de rojnamevan werin parastin.

K24 – Diyarbekir

Piştî teqîna duh ya li navçeya Midyada Mêrdînê, hejmareke kes êrişî rojnamevanan kiribûn û rayedarên Cemiyeta Rojnamevanên bakur jî di nav de 4 rojnamevan birîndar bibûn. Li ser bûyerê Endamên Lijneya Rêvebir ya Federasyona Rojnamevanên Tirkiyê ji bo piştevaniya hevkarên xwe hatin Diyarbekirê û li ber derê Cemiyeta Rojnamevanên Bakur daxwiyaniyek dan.

Serokê TGFê Yilmaz Karaca ragihand ku; dibêjin qey kamera, pênûs û makîneyên wêneyan yên hevalên me yên ku li Bakur dixebitin bombe ne, ku zilm li wan tê kirin.  Karaca wiha got: “Em ne li cem ti aliyan in, tenê em dixwazin hevalên me di nava aramiyê de karê xwe bikin.”

Şandeya rojnamevanan dûv re hevdîtinek ligel parêzgerê Diyarbekirê jî kirin.