726 hizar xêzan ên Îraqî di nav a welat de koçberin

Wezîr ê koç û koçber ên Îraqê hijmar a wan xêzanan aşkera dike ku di nav Îraqê de koçber bûne. Derbaz Mehemed, wezîr ê koç û koçber ên Îraqê, ragehand: 726 hizar xêzan bi eger a şerr ê Daişê koçber bûne, di niha de jî mezintirîn arîşe dabînkirin a rajedarî ya pêdivî ye bo wan.

K24- Hewlêr

Herweha amaje bi wê yekê kir ku bi eger a hokar ên Dîmografî  û darayî nekarin koçberan li cih ên din bihên akincîkirin.

Wezîr ê koç û koçberan got jî: Hilnet ew koçber ên bo dever ên xwe jî divegerrin, bi eger bandor  a şerr arîşe yên cih, av, elikirtîk û rajedarîyê hene.