YPG koşkê teybet yê Bexdadî li Minbicê kontrol dike

Rojnameya “Daily Mail” ya Brîtanî wêneya baregehê sereke ya xelîfeya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li bajarê Minbicê belav kir, ku ew baregeh ketiye destê Yekîneya Parastina Gel (YPG).

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Daily Mail” ya Brîtanî wêneya baregehê sereke ya xelîfeya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li bajarê Minbicê belav kir, ku ew baregeh ketiye destê Yekîneya Parastina Gel (YPG).

Rojnameyê ku duh belav kiriye, şervanekî YPGê bi navê Serdar Mehmûd hejmarek wêne li nava koşka Bexdadî li Minbicê girtine û di wan wêneyan de, hewzê melevaniyê û bexçeya ajalên taybet bi perwerdekirina hesp tê diyarkirin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi hevahengiya ligel HSDê û Heveymaniya Navdewletî, Kampîna rizgarkirina Menbicê ji 1 Hezêranê vê destpê kiriye, ta niha karîn bêtirî 110 gundî kontrol bikin, ku rûbera wan dighêje bêtirî 1000 kîlo mitir çar koşe.

Di vê çarçovê de ku YPGê yek ji pêkhateya serekê ya HSDê ye, karî koşka Bexdadî Kontrol bike û wî şervanî li ser wêneyan nivîsiye “Bexdadî baxçeya ajalan jî li vir bû”