Belcîka bi 8 firokeyan tevlî şerê li dijî DAIŞê dibe

Belcîka di sala 2014an de tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bûbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Belcîkayê ragehand ku, bi armanca beşdarîkirin di şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê de, 8 firokeyên leşkerî ji wan jî F16e ne, dê tevlî bingeha Amerîkî ya li Urdinê bibin.

Derbarê vê mijarê Wezareta Berevaniyê ya Belcîkayê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, bo cara yekemîn Hêzên Esmanî yê wî welatî tevlî operasyonên li dijî DAIŞê dibe û bi 8 firokeyên leşkerî ji wan jî F16e ne, dê tevlî bingeha Amerîkî ya li Urdinê bibin.

Belcîka di sala 2014an de tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, herwiha çend caran rastî êrîşên teroristî bû ku, DAIŞê berpirsyaretiya xwe jêre ragehandibû û di encam de 34ê kes hatibûne kuştin.