Birîtanîya bi evê mercê rifrandomê dê dûbare bike

Birîtanîya diragehîne: Bi mercekê rapirsî ya veman û derçûnê dê dûbare bike heke Yekêtî ya Ewrûpayê rê bide bi ku Birîtanîya kontirol a sinûr ên xwe bike.

K24- Hewlêr

Birîtanîya diragehîne: Bi mercekê rapirsî ya veman û derçûnê dê dûbare bike heke Yekêtî ya Ewrûpayê rê bide bi ku Birîtanîya kontirol a sinûr ên xwe bike.

Rojname ya Deylî Têlgraf a Birîtanîyayî peyamek a Cêrmî Hant, wezîr ê saxlemî ya Birîtanîyayê belavkirîye ku têde dibêje: Birîtanîya bi mercekê rapirsî ya dûyê dê bike li ser veman û derçûnê ji Yekîtî ya Ewrûpayê, heke Yekêtî ya Ewrûpayê rê bide bi temamî kontirol a sinûr ên xwe bike û kontirol a sinûr li dest xwe be û bikarîn kontirol a koçberan bikîn.

Hant di peyam a xwe de, ku roj a dûşembî ya li rojaname ya Deylî Tîlgraf belav bûye; amaje bi wê yekê kirîye ku ew serok wezîr ê piştî Kamîron dê bihê, pêdivîye delîve ya danûstandinê li gel Biroksilê behev bike, berî ku daxwaz a derçûnê pêşkeş bike.

Herweha wezîrê saxlemî ya Birîtanîyayê gotîye: Dikarin pêşnîyazek a weha bi tayebtî liser koçberan bixin ber dest ê gel ê Birîtanîyayê.

Pişştî ku pirranî ya xelk ê Birîtanîya yê deng bi derçûn a welat ê xwe da ji Yekêtî ya Ewrûpayê, şûnma yên xirap ên derçûnê li ser çend bwaran xuya bû nemaze  abûrî.

Daxwazkar ên dûbarekirin a rîfrandom di wî welatî de ber bi zêdebûnê diçin û heya niha zêdetir ji 3 milyon wajû kom kirineji alîyê neyar ên derçûn a Birîtanîyayê ji Yekêtî ya Ewrûpayê.

Ev di demekê de heye ku duhî Deyvîd Kamîron, serok wezîr ê Birîtanîyayê ragehand: Rifrandom bo evê mebestê dûbar nabe.