Gever bûye bajarê firotina xurdeyan

Ji ber ku li Geverê di warê jiyanê de tiştek nemaye. Welatiyên ku vedigerin navçeyê bi xaniyên xwe yên ku hatinehilweşandin û bûne xurde re rû bi rû dimînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f59ae189-da31-4719-8c3c-acdcc5d8d4fb/GeverBuyeBajareXurde.ism/manifest

 

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî şer û pevçûnên bakurê Kurdistanê gelek bajêr û bajarok bûne wek bajarên xurde. Yek ji wan bajarên ku, piştî hilweşandinê û her deverê wê bi xurdeyan tijî bûye bajaroka Geverê ye.

Gevera navçeya Colemêrgê 78 rojan dibin qedexeya derketina kolanan de bû û ev qedexe di 13ê Gûlanê de bi awayekî qismî hate rakirin. Lê navçe wekî navçeya berê nemaye. Ji ber ku li Geverê di warê jiyanê de tiştek nemaye. Welatiyên ku vedigerin navçeyê bi xaniyên xwe yên ku hatinehilweşandin û bûne xurde re rû bi rû dimînin.

Beriya vê rewşê, ew xanî gelek bûhabûn û bi nirxên giran dihatin firotin. Lê niha têra xwe erzan bûne û nirxên wan jî gelekî kêm bûye. Ji alîyekî ve hem xanî tên hilweşandin û ji aliyê din ve jî welatî, bi çavên hestir di nav xerabeyan de tiştên xwe yên ku bûne xurde derdixin û dixin hunderê wesayîtan.

Derbarê vê yekê welatî Abbas Evin wiha dibêje:"Dikana min şewitiye. Nirxê wê qasî 100 mîlyaran e û min jiyana xwe pê derbas dikir. Niha hemû tiştên min şewitîne. Hemû tiştên min bûne xurdê, ez tînim didim xurdecî."

Li Geverê kevir li ser kevir nemaye. Welatî di nav avahiyên hilweşandî de tiştên ku bi kêr tên bikartînin û bi awayekî belaş jî difiroşinxurdayan. Welatî, di warê aboriyê de bi kêşeyan re rûbirû ne û jiyana xwe bi wan xurdeyên ku diforoşin berdewam dikin.

Herwiha welatî Hasan Demîr wiha got: "Em heznakin,mesela ev tiştên ku em dikirin, em ne xweşiya xwe dikirin. Bes millet hindî mexdûr bûye em jî destekê didinê. Em dibêjin bila millet feydê lê bibînin. Dilê me pê xweş nîn e, em wî xurdeyî bikirin."

Welatiyên ku, mal û dikanên wan hatine şewitandin amaje bi wê yekê dikin ku, berê bi qasî sed kesan ber destê wan kar dikir,lê belê ew jî niha bi alikariyan, debara xwe dikin. Digel vê yekê ew xurdeyên ku, di encama hilweşîna avahiyan de derkive holê dibin sedema debara jiyana gelek kesan.