Nwêner ê Birîtanîyayê girîya

Nwêner ê Birîtanîya di perleman a Ewrûpayê de, di kombûn a evro ya Yekêtîyê de girî.

K24- Hewlêr

Nwêner ê Birîtanîya di perleman a Ewrûpayê de, di kombûn a evro ya Yekêtîyê de girî.

Conasan Hêl, nwêner ê Birîtanîyayê di perleman a Ewrûpayê de pişkdaqrî di kombûn a evero ya perleman a Yekêtî ya Ewrûpayê de kir li Biroksilê.

Di wê kombûnê de ku yekem kombûn  piştî biryar a gel ê Birîtanîyayê bi derçûnê ji wê Yekêtîyê, nwêner ê ewî welatî neşîya xwe û dem a ji alî yê Martin Şoltiz, serok ê perleman a Ewrûpayê ve, supasî ya hewl ên wî (Conasan Hêl) hat kirin bo wê hewl a day bo vemanê di Yekêtî ya Ewrûpayê de, ji alîyê amadevanan ve çepik hatin lêdan, lê nwêner ê Birîtanîyayê li cihê xwe rûniştibû û digirî.

Di kombûn a evro de carek a dî daxwaz ji Birîtanîyayê hat kirin bi zûyî hilwêst a xwe biragehîne li ser Yekêtî ya Ewrûpayê piûtî ku nêzîkî 52% ji xelkê wî welatî deng bo derkevtin Birîtanîyayê dan ji Yekêtî ya Ewrûpayê.