Qamişlo: ENKSê xwepêşandanekê bo girtiyên siyasî birêve dibe

Li bajarê Qamişlo Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanekê bo şermezarkirina girtiyên siyasî birêve dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanekê bo şermezarkirina girtiyên siyasî birêve dibe.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, partiyên ENKSê ji bo girtiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de, dê îro di demjimêr 18:00 de derkevin xwepêşandanekê.

Duh ENKSê bo şermezarkirina komkujiya Amûdê mangirtineke bêdeng li Amûdê birêve biribû, asayişa Rojava endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed girt. ENKSê jî di daxuyaniyekê de,  girtna Ebdulkerîm Mihemed şermezar kir.

Ev yek di demekê de ye ku, serkirdeyên Rêvebirya Xweser red dikin ku, ti girtyên siyasî di zindanên wan de hebin, ew kesên li cem wan girtî ne, bi sedema pabend nebûna wan ji yasayên rêvebiriyê ne.