Biro: Gelek nêrînên hevbeş di navbera ENKS û Rûsyayê de hene

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rûsyayê digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji Moskoyê de derbarê civîna digel Bogdanov de ji K24ê re ragihand, hevdîtina digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî hatin axaftin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rûsyayê digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji Moskoyê de derbarê civîna digel Bogdanov de ji K24ê re ragihand, hevdîtina digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî hatin axaftin.

Biro diyar kir jî, ku ligel Bogdanov li ser danûstandinên Cenêvê û beşdariya ENKSê di wê danûstandinan de hatin behskirin.

Li ser nêrîna Rûsyayê derbarê pirsa Kurdî li  Kurdistana Sûriyê de, Biro got: “Gelek nêrînên hevbeş di navbera me û wan de hebûn, ku destûra Sûriyeya pêşerojê dewleteke demokratîk û secularism be, mafên hemû pêkhateyan bêne parastin.”

Li ser pirsa nakokiyên Kurdî Kurdî, Biro ragihand ku, Rûsya kêfxweşiya dide xuyakirin ku, Kurd yek helwest û nêrîn bin. Derbarê daxuyaniyên Rûsya de ku Kurd di danûstandinên Cenêvê de ne beşdar in, Biro diyar ku, li gor Bogdanov ji wan re ev yek bersiv daye, ku ev daxuyanî tenê li hember Tirkiyê didan.

Şandeke Rêveberiya Xweser jî îro digel Bogdanov de civiyabûn, eger heye ku carek din ENKS û Rêveberiya Xweser li ser masa danûstandinan, Biro aşkere kir ku, Rûsya bi bawer e ku şanda rêjîm û opozîsyonê tenê li Cenêvê hene, heger ENKSê cihê xwe di kîjan şandê de dibîne, ji mafê wê ye.

Derbarê nêrîna Rûsyayê bo Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê de, Biro amaje kir, Rûsya baş dizane Pêşmergeyên Roj li kû derê ne û çawa şerê terorê dike, lê ka çawa dê derbas bibin û kengî, ew yek nehatiye xuyakirin.